جديد الموقع

Tevî mirnê… Cegerxûn namre

Roja 22.10.1984, katjimar 03:00 mamosteyê mezin Cegerxûn li bajarê Stockholm (Swêd) çavên xwe girtin, can da û jîyana xwe ya 81salî qedand…

Êdî binalin ji kûranîya dilan

Co û cobarên Kurdistan

Biherkînin hêstiran

Bax û bistanên Kurdistan

Bikêşin keseran

Law û keçên Kurdistan

Girêdin reşan

Her çar perçen Kurdistan

Hate xar..

Hate xar ji ezmanê me kurdan

Stêrka bist mîlyonan

Rêberê Kurdistan

Qehremanê Kurdistan

Cegerxûnê cegerxûnan

 

Ax Seydayê mezin..

Em difirîyan bi baskên te

Em dicivîyan li sîya te

Em dilxaşdibûn bi gotinên te

Em serbilinddibûn bi navê te

 

Seydayê mezin..

Çiqas dijware ev civîna me

Bê hebûna te

Çiqas dijware ev kombûna me

Li dor mirina te

Gelî guhdar û xwendevanan!

Mirovên nola Cegerxûn, eger bi canê xwe diçin, lê ew bi nav û dengê xwe dimînin, her dem dimînin, dibin gîyanê gelê xwe, gîyanê tevaya mirovanîyê.

Cegerxûn ji gelê kurd ra

Ji Kurdistanê ra

Bû dengekî zelal

Minareyeka bilind

Li ser rêya pêşketinê

Li ser rêya serketinê

 

Di sedsalê bîstan da

Cegerxûn bû rênas û rêzanê Kurdistan

Bû dîroka Kurdistan

Bû xwendegeheka mezin û pîroz

Ji welatparêzên Kurdistan ra

Ji şoreşa Kurdistan ra…

Bi evîneka kûr Cegerxûn hate ber doza gelê xwe û bêtirî 60 salî bi wa evîna kûr di nav xebata gelê xwe da ma, dara azadîyê avda û hêvîyên mezin çandin. Sala 1925 Cegerxûn nivîsandîye, dibêje:

 

Wextê min dî qewmê kurdî pir delal

Ew di nêv ehlê cîhan de bê heval

 

Ba sexawet, ba dîyanet, ba hiner

Min li goşê lewhê qelbim kir xeter

 

Ko beyankim esl û ewsafên di wan

Milk û hikm û padîşah û hem ziman

 

Der belaxetgahê çûme pêşîye

Da nebêjin: Qewmê kurdî wehşî ye

Di 60 salî da Cegerxûn her bûyereka mezin li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li cîhanê di nav helbestên xwe da bicihkirîye. Bi dilşewatî, bi diltenikî rewşa hejar û belengazan xistîye ber çavan, eşkere xwe daye yalê wan.

Tu kesî ji Cegerxûn baştir derd û nexaşîyên gelê kurd di sedsalê bîstan da nasnekirine. Ji 60 salî da Cegerxûn rêya serketinê, rêya serxwebûnê, rêya azadîyê dide pêş gelê me. Tu caran Cegerxûn xwe ji kar û xebatê neda alî. Bi qelem û raman û bi can û gîyanê xwe hate ser rêya têkoşîna gelê kurd û bi bawerîyeka kûr biryar da û bi dengekî bilind got:

Sond û peyman bî li ser me

Em ji vê rê nagerin

Canfîdane em di vê rê

Naye bîra me mirin

Cegerxûn ta roja dawî, ta 81 sal jîyan li ser sond û peymanên xwe ma û xebata xwe berdewamkir. Li nav gelê xwe, li her çar perçên Kurdistanê gerîya û di tevgera sîyasî da beşdarbû, çand û zimanê kurdî pêşva birin.

Cegerxûn baş dizanî, ko bê pêşketina zanistî rizgarîya sîyasî û civakî çênabin. Bi sedan car nivîsandîye û gotîye: „Bixûnin, zanabin, hişyarbin, herne pêş“. Bê hejmar car denglêkirîye li karkeran, li cotkaran, li xortan û keçan, li jin û mêran, li tevaya gel, dako rabin ser xwe, xudanên doza xwe bin, milên xwe bi milên hev din, bi hev ra bin, yekbin.

Cegerxûn tu caran serê xwe li ber dijmin danexist, netirsî, Cegerxûn baş dizanî, ko serketina me ne tiştekî asane, baş dizanî, ko rêya azadî û serxwebûna me gelek dirêje, lê tu car ew bê hêvî nema, dest ji xaşbînîyê berneda. Di demên dijwar da baştirîn sirûdên nîstîmanperwerî nivîsandine, dest daye ser birînên gelê xwe û dijmin riswakirine û meydana xebatê nîşandaye.Wek nimûneyekê ji sirûdên Cegerxûn em çend malkan ji helbesta (Di bîranîna Qadî Mihemed da) bixûnin:

Xakî Kurdistan bi qurban pir ciwan û paqij î

Xwîn rijandin pir kurên te wa li her alî rijî

Milletê kurd ta ku sax e ew ji vê rê nagerî

                        Aferî, aferî

                        Qadî Mihemed aferî

Ey Tirûman kuştina Qadî Mihemed ka çî ye

Qey edalet tim wisa ye, hukmê dîmuqratî ye

Lê bi kuştin û bi zîndan milletê kurd namirî

                        Aferî, aferî

                        Qadî Mihemed aferî

 

Dema Cegerxûn destpêkir, ko ramanên pêşverû û zanistî li nav gel bi gotin û nivîsandin belavke, olperest û kevneperestan êriş anîne ser Cegerxûn. Hêzên wana di nav gel da hên gelek xurtbûn, nezan û belengazan bi koranî dabûn pê axan û şêxan. Ji her alî da êrişî Cegerxûn dikirin, navê wî pîsdikirin, jê ra digotin bê dîn, kafir. Cegerxûn ji nezan û kevneperestan ra bi qehir, bi hêrs digot:

Zana dizanin ew kîye

Ên ker dibêjin kafire

 

Cegerxûn, wek mirovekî hişyar û zana, rewşa tevaya cîhanê dida ber çavên xwe, wî serketinên ramanên azadîyê li cîhanê didîtin û dixast wan ramanan li nav gelê xwe belavke. Cegerxûn dizanî, ko ev ne tiştne tezene, lê ew bo gelê kurd hên tezebûn:

Gotinên ko em dibêjin her kesî hişyar dikin

Ne gelek nû ne welakin nû gihîştin van dera

 

Cegerxûn zû têgihîst, ko doza gelê kurd ji rewşa Rojhilata Navîn nayê birîn, ko Kurdistan bixwe jî meydanek e ji meydanên şerên navbera koledar û azadîxazan, lewra Cegerxûn bi hêz, bi xurtî piştgirîya tevgerên azadîxaz kir. Helbestên wî yên navnetewî rûyê tevgera kurdî nîşandidan. Gelek karwan ji welatparêzên kurd bi helbestên Cegerxûn doza netewî û ya navnetewî naskirin, têgihîstin, ko serketina gelekî li cîhanê serketin e bo gelê me jî.

Di vir da jî em nimûneyekê ji helbestên Cegerxûn tînin. Dema şoreşgerên Vîyêtnamê bi qehremanî êriş birin ser leşkerên kolonyalîstên fransî û kela (Dîyan bîyan fû) rizgarkirin, Cegerxûn bi dilşadî û serfirazî nivîsand û got:

Dîyan-bîyan-fû, dîyan-bîyan-fû!

Lingê koledar ji ser te rabû

Kurên te gernas xwe dane kuştin

Navek pir bilind ji bo te hiştin

 

Dîyan-bîyan-fû, dîyan-bîyan-fû!

Hewrê koledar ji hev bela bû

Ew hewrê kirêt tev reş û tarî

Zor û birçîbûn tim jê dibarî

Bayê azadî, sewra Oktober

Ev hewrê tarî ji hev bela kir

 

Ji xew şîyar bûn, roja me hilat

A wan çû ava, dema me va hat

 

Her wisa Cegerxûn bo hemû gelan ala azadîyê bilindkirîye û bê rawestan enîya xwe daye dijminên gelan û berberîya wan kirîye. Lê eger dengê Cegerxûn tenê di nav gelê me da hatîye bihîstin, eger tenê welatparêzên kurd bi helbestên Cegerxûn perwerdebûne û eger têkoşerên cîhanê navê Cegerxûn nebihîstine, ev tenê ji ber ko welatê me bindeste, perçe perçeye, bê al e, bê deng e, ji ber ko karwanên me negihîştine armancên mezin,  dîwarên reş hilneweşandine, kember û zincîrên nijadperestan neçirandine, ji ber ko welatparêzên me milên xwe nedane milên hev, nexşa Rojhilata Navîn serrastnekirine, serxwebûna xwe nestandine, dewleta xwe avanekirine, ji ber ko ta îro em nebûne yek li ser rêya Cegerxûn. Lewra Cegerxûn li cîhanê nehatîye naskirin, dengê xwe nehatîye bihîstin.

Em zanin siba li bajarên Kurdistana rizgarkirî navê Cegerxûn wê li kolan û meydanan be, heykelên Cegerxûn li wê pir deran bin. Helbestên Cegerxûn wê werin xwendin di xwendegeh û zanîngehan da. Zaroyên Kurdistanê wê sirûdên Cegerxûn bikin stranên cejin û şahîyan.

Em zanin, ko dema me wê bi navê dema Cegerxûn têkeve dîroka Kurdistanê û neweyên me yê diwaroj wê me bi neweyê Cegerxûn binasin. Lewra em serbilindin, em serfirazin bi Cegerxûn, em bawerin bi rastîya rêya Cegerxûn, em bextewarin bi dema Cegerxûn. Lê mixabin, sed carî mixabin mamosteyê mezin dûre ji welatê xwe, bindeste weke gelê xwe…

Gelî hevalan, gelî guhdaran!

Serxweşîya Cegerxûn pêwîstbû biba mezintirîn xwepêşandanên Kurdistanê di sedsalê bîstan da, pêwîstbû bîst mîlyon cegerxûn û dilbirîn bi cenazê Cergerxûnê xwe ra rêketana û sirûdên nîştîmanperwerî bistirana, pêwîstbû xort û keçên Kurdistanê bixemlandana xwepêşandana Cegerxûn bi hezaran alên Kurdistanê, dako têketa dîroka me, ko gelê me lawên xwe yên hêja diparêze, di dilê xwe da hiltîne, lê mixabin, bê hejmar car mixabin…

Dîsa va ye, eşkereye, li pêş çava ye

Dîsa va ye bindestîya me

Dîsa va ye belengazîya me

Dîsa va ye kerba dilê me

Hevalno!

Welatparêzên Kurdistan!

Pêwîste em serxweşîya Cegerxûn bikin raperînek bo azadîya me, pêwîste em doza Cegerxûn hilgirin, pêşva bibin…

Pêwîste em li ser rêya Cegerxûn bibin yek û welatê xwe ji dest dijminan derxin, pêwîste em hemû weke Cegerxûn ji dil, bi bawerî bêjin:

Sond û peyman bî li ser me

Em ji vê rê nagerin

 

Cegerxûn.. mamosteyê mezin!

Mirovên weke te tevî mirnê

Namrin, dimînin

Gîyanê gel in

Di dilê gel da dimînin

Her dem dimînin

 

Cegerxûn.. mamosteyê mezin!

Tu yê bimînî

Weke Newroz û Kawa

Weke Cizîrî û Xanî

Weke Feqîyê Teyran

Tu yê bimînî

Weke Şêx Seîd û Qadî Mihemed

Weke hezaran şehîdên Kurdistan

Tu yê bimînî

Lawekî hêja

Lawekî biha

Ji baştirîn lawên Kurdistan

                                                        Helbestvan Gundî

 

Berlîna Rojava

 

 

Têbînî: Ev nivîsara di serxweşîya Cegerxûn da li Komela Karkerên Kurdistan li     Berlînê, roja 28.10.1984 hate xwendin.

Ew di dîwana min da (LI SER RÊYA CEGERXÛN), Stockholm 1986, rûpel 155-163 çapbûye.

Dr. Gundî Dilberz

E-Mail: gundirast@live.de

اضف رد

لن يتم نشر البريد الإلكتروني . الحقول المطلوبة مشار لها بـ *

*