جديد الموقع

Valakirina herêmên kurdî

*       Mislim Şêx Hesen

Beşek ji xwak û gelê kurd li gor berjewendiya Ferensa û Îngiltera di  peymana  Saykis Bîko sala 1916 an de bi welatê nûjen Sûriyê ve hate girêdan û ji wê demê û pişt re jiyana beşkî ji gelê Kurd tevlî  jiyana hemî pêkhatiyên dîtir yên li ser xwaka welatê Sûriyê dijîn û li gel hev jiyanek baş û normal derbas kirin bê ku tu cûdatî, nakokî û nejadperestî peyde bibin û bi serde pir berpirsiyarên dewleta Sûriyê di salên sî û çelî de ji pêkhatiya Kurdî bûn û tu cûdatiyê palgêş nehat xuyakirin di navbera hemû neteweyên ku li Sûriyê dijîn ta roja 8 î Avdarê sal 1963 an ku partiya Behes desthilatdarî ji welatê Sûriyê re kir û ji hîngê roj de rewşa xelkê Sûriyê kambax û aloz bû û hemî şêweyên jiyanê li ser hemwelatiyên Sûriyê hatin guhartin û kiryarên zor kirt di nav pêkhatiyên Sûriyê de pêkanîn û dîwarên nejadperestiyê di nav wan de bilind kirin ta gîhand asta neyartiya hev bikin ji bilî piroje û pîlanên tûnd yên ku gelê Kurd tune bike,lê rêjîma tixumperest berdewamkir û bi sedan zagon û yase weşandin  ku netewa Kurd ya ku li ser ax û zemîna xwe dijîn qir bike mina piroja zagona awarte ya serjimara parêzgeha Hesike ku bi hezaran nasname ji mirovên kurd kişandin û her wiha bi sedan pîlanên şofenîst damezrandin  da ku gelê Kurd ji deverên wan yên dîrokî kocber bike, lê ew piroje û pîlanên cel salî yên rêjîma Bahes ku hewil de ku gelê Kurd ji holê rake têkçû, cimkî gelê Kurd bi camêrî û dîlaweriyek bê hempe li hember wan pîlanên kirt rawestiya û her wiha welatiyên Kurd  ji berê bîtir bi ax, zevî, gund û bajarên xwe ve hatin girêdan û jiyana xwe dumandin .

Lê rêjîma Behes dev ji pîlanên xwe yên tunekirina gelê Kurd ber nede û ta di şoreşa ku îro di qewimê li Sûriyê ji bo rûxwedina rêjîmê de jî, lê mixabin vê carê guman dikim rêjîm bi serdikefe di pirojên tunekirina gele Kurd li gor gelek agahî û tiştên ku îro li deverên kurdî di qewimin, vêca dibe ew tişt û sedem werin xuyakirin ta ku hemî sûd jê werbigirin û bi taybet bizava kurdî ya ku parek mezin ji berpirsyariya valakirina deverên kurdî li Sûriyê hildigir e, ji ber ku bi erk û ustûbariyê xwe divê qunaxa zor hestiyar ya ku Kurdistana Sûriyê tête derbas dibe ranebû û nikaribûn yek rêziya kurdî avakira, çimkî yekîtiya gelê Kurd divê rewşê de zor pêwîst û giringbû û her wiha dihat xwestin rêk û careserî ji pir astengî û pirsgirêgin heyê re peyda kirana, bê guman ya ku bîtir rewşa tevgera kurdî kambax kir Encûman Gele ya Rojavayî Kurdistanê bû, cimkî peyman û rêkeftinên hatî îmzekirin  di nav herdu Encûmanan de (Encûmana Gele ya Rojavayî Kurdistanê û Encûman Niştimanî ya Kurdî) wê têkbir û hilweşand û bi serde rêvebiriya xweserî li herêmên kurdî ( Qamîşlo – Kobanî – Efrîn ) damezrandin û zagon û yasa ji wan saziyên Rêvebiriyê derxistin, vêca  ew yasa astengî li pêşiya xelkê çêkirin wê lomê jî welatiyên Kurd kocberiyê ji xwe re armanc kirn û bi rastî li vê dema dawiyê metirsiyên mezin roj bi roj bîtir dibin ku herêmên kurdî li Sûriyê vala bibin, çimkî xelik rojan e bi hezaran di ser sînoran re derbasî welatên himsî dibin , vêca ta ev xwesteka Bahes bi cî nayê û xelik karibe li hemberî kiryarên rêjîmê û Daiş  rawest, dibe rêvberiya kantonan lêvegerek baş ji xwe re bike û sedemên ku kocberiyê bîtir dike careseriyan jê re peydakin  û rê li pêşiya hemwelatiyên kurd hêsan bikin û ev bi xwe erkên partiyên siyasiye ku ax û gelê xwe biparêzin ji windabûn û herfandinê û berjewendiya gelemper di ser ya partitiyê re bigirin da ku mafên netewî yên gelê Kurd li Sûriyê bi qupirînin di Sûriyeke Demokratî, Ferehpartitî, Perlemanî, ne navendî .

Mislim Şêx Hesen endamê komîta siyasî ya partiya yekîtî ya demokrat a kurd li sûriyê (YEKÎTÎ)

اضف رد

لن يتم نشر البريد الإلكتروني . الحقول المطلوبة مشار لها بـ *

*