جديد الموقع

القسم الكوردي (kurdi)

Gotinek di 25 saliya weşana Rojnameya Newroz de
Konê Reş*

Rojnameya Newroz; Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê- Yekîtî (Elwihde) ye, Rojnameyeke xurû bi Kurdiya latînî ye. Siyasî û civakî ye. Hejmara pêşî (1), di Gulana 1995an de derketiye û hêjî berdewame di derketina xwe de.. Di baweriya min de yekemîn rojnameya kurdî ya siyasî ye di nav kurdên Sûriyê de. Li ser berga hejmarên wê ...

أكمل القراءة »

Bila NEWROZ Her geş û zindî be!
Dr.Memo Ebdê*

Bi boneya têperbûna 25 salan li ser weşana rojnameya NEWROZ a bi zimanê Kurdî, pêwiste ev qonax bi şêweyekî babetane bê nirxandin, da ku bibînin ta kîjan astê zimanê meji gelek pirs û mijarên hestiyar û girêkoyî re, tevî hemî kêm û kasiyên di gewde û rêzimana wî de cih girtine, bûye bersiv. Ma gelo zimanê me dikare hemû pêşketinên ...

أكمل القراءة »

Newroz, li te pîroz be salvegera zîvîn
Derwêş Xalib*

25 sal Newrozê serkeftî buhartin, li ser rêçika bikaranîn û pêşvebirina zimanê kurdî bi giştî, û bi taybetî mijara zarawe û têgehên siyasî, ku biwarekî zimanevanî giring û pêwist e. Zimanê kurdî naveroka kurdîtiyê ye.Ji hêlekê ve nasnameya gelê kurd e, hem kewara zanîn û hişmendiya kurdî ye, hem jî rûçik û şêweyê têgehiştina gelê kurd e. Ji hêleke din ...

أكمل القراءة »

Rexneyên Idwarid Seid li Rojnamegerîya Amrîkî
Dr. Azad Ehmed Elî*

Zana û akadimisyanê felestînî – Amrîkî perfesor Idwarid Seid rexneyên zanistî û bê alî li karê medya û rojnemavanîya Amrîkî dikir, ew bi taybet di pertûka (Covering Islam) de tê dîtin. Ev pertûk jî li ser bûyerên sala 1979 yê go di navbera Iran û Amrîka de qewimîn hatiye nivîsandin. Yekem rexneya li rojnamevanîya Amerîk dike, ewe ku, îslam wek ...

أكمل القراءة »

Pîrozbahî
Arif Hiso

Bi derbasbûna 25 salan ji derketina rojnama NEROZÊ ya ku bi wêneyên herdû zimanzanan Dr. Zaza û apê Osman hatiya xemilandin, yekem rojnameya siyasî li Sûriyê tê weşandin, û ew li cem kesên ziamanhez û welatperwer, cihê rêzgirtin û kêfxweşiyê ye. Dr. Nûredîn ZazaOsman Sebrî Hêja ye ku em bêjin roleke wé erênî di pêşketina civakê de hebû û hê ...

أكمل القراءة »

ROJNAMA NEWROZ Û YOBÎLA ZÎVÎN
Desteya sernivîser*

Xwendevanên Zimanê Kurdî û Rojnama Newrozê yên qedirbilind, vaye /25/sal di ser weşandina R.N re diqedin û Newroz hîn di derçûna xwe de bedewam e.Vêca, piştî ewqas sal ji kar û xebateke bê sekin bi zimanê dayîkê; Em dixwazin vê xebata dûr û dirêj û tijî kefteleft, ji damezrandina wê ve bigir û ta roja îro, movik bi movik bi ...

أكمل القراءة »

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (90):
Revandina keçeke mêrnekirî, girtinên bêsûcane, talankirina werza çiloyê mêwa, teqîn, û bombebarankirina herêmên koçberên Efrînê

Dagîrkirina Turkiyê ji herêma Efrînê û yên din re, û serberdana keriyên nandozan, da ku, genîtiyê bikin; Pir binpêkirin û tewan  pêk anîn, guhertineke demografî ye metirsîdar di bingehên wan civakên xwecehî de çêkir, derbeyeke mezin li hebûna Kurdan di herêmên wan ên dîrokî de û li doza wan a netewî û niştîmanî ya dadmend xist, û xelekek gurkirinê ye ...

أكمل القراءة »