جديد الموقع

القسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (90):
Revandina keçeke mêrnekirî, girtinên bêsûcane, talankirina werza çiloyê mêwa, teqîn, û bombebarankirina herêmên koçberên Efrînê

Dagîrkirina Turkiyê ji herêma Efrînê û yên din re, û serberdana keriyên nandozan, da ku, genîtiyê bikin; Pir binpêkirin û tewan  pêk anîn, guhertineke demografî ye metirsîdar di bingehên wan civakên xwecehî de çêkir, derbeyeke mezin li hebûna Kurdan di herêmên wan ên dîrokî de û li doza wan a netewî û niştîmanî ya dadmend xist, û xelekek gurkirinê ye ...

أكمل القراءة »

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (89):
Qutkirina daristan û darên zeytûnê, talankirina werza çiloyê mêwa, destdanîna ser mal û mewalan, û fewdalîzim û serberdayetî

Radeya binpêkirin û tewankirinan li herêma “Efrînê” bi piçekî şûn ve neçûye. Siyasetên dijayetiyê yên rêkûpêkirî yên ku, destlatên dagîrkeriya Turkiyê di riya milîsên Sûriyê ên tundrew û terorîst re, li dijî xelkê wê bi kar tînin, berdewam in. Û fewdalîzim û serberdayetî di asta herî bilind de ye. Tu gavên erênî tune ne, tu vehesî jî di rewşa heye ...

أكمل القراءة »

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (88):
Teqîneke xwekuştinî ye terorî û qurbaniyên sivîl… Jiyanbirina (îdamkirina) ciwanekî Kurd li Idlibê, û binpêkirinên berdewam

Rewşa fewdalîzim û serberdayetiyê ya ku, li tevaya herêmên di bin dagîrkeriya Turkiyê de belavkirî, û navnîşana wê “ne aramî û ne hêminî“,  bi taybetî jî li Herêma Efrînê; Berdewamkirina binpêkirin, tewan û pevçûnên xwebixwe yên di nav milîsan de, nakokiyên li ser herêmên bibandor, û parvekirina vêrgî, tiştên dizînê û mal û milkên dest danîne ser, wê tekez dikin. ...

أكمل القراءة »

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (87):
Armanckirina temenmezinan bi revandin, lêdan û kuştinê… Berdêlên diravî, niştecîkirin û destdanîna ser malmewalan, girtin û qutkirina daran

Gotara kîn, zikreşî û hurhutandinê ya li dijî Kurdan ne nûye, dîrokeke wê dirêj heye, û rengane ye. Di bingeh de, li ser nêrîneke şofen û nijadperest ava bû, û di dû re jî bi fetweyên olî, ji aliyê şepêlên Islama siyasî yên tundrew ve hate nixumandin. Bi hatin û geşbûna rola Turkiyê – Eledalê we Eltenmiyê re, ya bi ...

أكمل القراءة »

Efrîn: Kuştina “Elî Ehmed” ê temenmezin, bi lêdanê
Daxuyan

Piştî ku, Artêşa Turkiyê, li 18.3.2018an Herêma Efrînê ya kurdî – Bakur Rojavayê Sûriyê dagîr kir, destên milîsên sûrî yên terorîst ên bi wê û Itîlafa Elsûrî – Elixwanî ve girêdayî filitandin, da ku, herêmê talan bikin û binpêkirin û tewanên dixwazin pêk wînin, bêyî ku, baldariyê bidin gotinên “rewaker û şêxên şoreşê” (Pêgiriya bi sinc û perensîpên Ola Islamê ...

أكمل القراءة »

Daxuyan
Efrîn: Dayika temenmezin “Fatme Kinê”, bi xwînsarî tê kuştin

Di siya dagîrkeriya Turkiyê ji Herêma Efrînê ya kurdî re – Bakur Rojavayê Sûriyê, berdewamiya rûdana fewdalîzim, serberdayetî, binpêkirin û tewankirinên cûrbecûr, di dermafê ademîzadî, dar û keviran de; Hemwelatiya temenmezin “Fatme Kinê” ya /80/ê salî, jinebiya “Sebrî Tanê” yê dilovan, ji xelkê Gundê “Hêkiçê” – Navça Şiyê, li 18/4/2020an, di mala kurê xwe yê mezin “Mihemed” de, û di ...

أكمل القراءة »

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (86):
Niştecîkirin, girtinên bêsûcane… Bangewaziyek ji bo serbestberdana yên revandî, girtî û wendayiyên zorane

Ligel ferebûna belavbûna serpêhatî û bêtara “Korona” li cîhanê, dîsa jî asta binpêkirin û tewanan li Herêma Efrînê kêm nebûye, û hîn siyaseta dijayetiyê ya rêkûpêkirî ya li dijî Kurdan – a ku, destlatên dagîrker bi riya destikên xwe, bi rik cîbicî dike – berdewam e. Heyit Eltehrîr Elşam (Cebhet Elnesra ya berê), herdu derbasgehên (Dêrbelût û Xezîwiyê) yên di ...

أكمل القراءة »

Agahdarî

Xwendevanên bi rûmet, em we agahdar dikin, ku rapora bi kurdî ya heftane, ya bi navnîşana (Efrîn di bin dagîrkeriyê de), wê ji vir û wêve, li Roja Yekşemê, di navbera kat (18) û (21)an- katjimara Şamê- de, were belavkirin. 18.04.2020an                                                     Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

أكمل القراءة »

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (85):
Girtinên bêsûcane dighêje akadîmiyekî û temenmezinan… Dadkirineke zorane ji hişneliciyekî re, vêrgî û destdanînser, û bombebarankirinên berdewam li ser bakurî Heleb

Ala Turkiyê li ser pesarê çiyayê “Gir”- Bilbil Destlatên dagîrkeriya Turkiyê li herêmên, ku li bakurî Sûriyê destlat kirine – bi taybetî li herêmên kurdî – ji mandineke demdirêj re dadimezrînin. Ew guhertineke bingehîn di civakên xwecehî de çêdikin, piştgiriya kes û aliyên pêve girêdayî dikin, berve nandozî û tewanbariyê ve têve didin û cîwaziyê di nav wan de çêdikin, ...

أكمل القراءة »

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (84):
Qurşînkirina du sivîlan…Niştecîkirin…Revandin û işkencekirin…Vêrgî û cezayên diravî ta /10/ milyon “P.S”…Girtin û bombekirin

Temenmezinekî ji xelkê Efrînê gotina xwe ya bi êş a li ser rewşa herêmê bi tevayî , bi vê hevokê kuta kir” mal û zaroyên te , bela serê te ne”. Ew tekez dike , ku mal , law û keç – bi taybetî yên ciwan –  ji bo wergirtina peran , tûşî desteserkirin , dizîn , binpêkirin û tewanan ...

أكمل القراءة »