جديد الموقع

القسم الكوردي (kurdi)

Pênûsa zivistaneke bê Baran …..Ronî ELÎ

Pênûsa min Ji bilî navê te Ti tîp ezber nekirine Û ji bilî hêviyên li ber destan Ti hêvî Terxan nekiriye De ……. lèxe gewriya lal Li kevanê vejîna mirinê Û min Li ber dadgeha evînê Tewan bar neke Pênûsa min Di heyamên aşopî de Tenê tîrêjên Çavên te Dişopîne Û di nav pêlên aware de Xew bi tîna sînga ...

أكمل القراءة »

Daxwuyan

Ji bo pêncemîn salvegra Koçbarkirina Serokê Partiya me Mamosta Ismaîl Omer, Rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya demoqrata Kurd li Sûryê-YEKÎTÎ-Vecîndinek gelemperî di Roja Yekşemê di 18-10-2015 li Bajarê Heldisheymê li dar xist, û bi rengeki fereh Partî, Rêxistin, û Hêzên welatparêz yên Kurdî û Erebî li Sûryê, û Kurdistanê, û her weha Nivîskar, Rewşenbîr, çalakvanên Civata sivîl, û Hozanên ...

أكمل القراءة »

Keça rojê …..Helbest: K.S. Hedilî

keça roja Miştenûr şînpêlvedana asîmanê hezkirinê kenê te li kolanên wêran parve dike sorasoyê birîndar xemla lêvên dilxopaniya hestên evîndar şengekenê te nîgar dikin kenazadiya te jînrûbarê kaniya jînê diherikîne kenê te çeperê sebrevîna min e tu xwedewenda kenafirênerî çiqasî ken li rûkaniya te tê awazên vînê guharên tîrêjên nûvejînê roja kezîqusêna şevê di dilê min de dihejin tava bêhnnêrgizî ...

أكمل القراءة »

dilê min …..Helbest: Kamran Simo Hedilî

  dilê min di dilê te de hate ji bîr kirin tu destê xwe dîne ser dilê xwe tê pêjna dilê min hîs bikî destê xwe dîne ser birîna min û li şîqeşîqa birûskan guhdar bike dildariya min keziyên Zînê û Rindêxanê dihunê ’’gula baxê Îremê Botan im şebçiraxê şevên Kurdistan im…’’ bi awazên melayê te dil bû hevalê lehengên ...

أكمل القراءة »

Raze ….Kamran Simo Hedilî

axxx ev çi ye çi dibe ditirsim min bernede bavo av şor e şevkortarî ye pêlên avê bilind dibin nizm dibin dibin ejdihar min dixwin dayê bilin dibin lê ne çiyan e nizm dibin ne deşta beraza ye deng tên ne siwarên kîkan e ne çiya min diparêzin ne xal û ap dibihîzin ev der e derya derya nenas av ...

أكمل القراءة »

Geşteya Çivîkên penaber …. Ronî ELÎ

Min welatekî bê sînor Bê xewnên ku derlingan şildikin Li ser rûpela dêmên Yarekê Bi xameke Ku ji girêza tîqtîqa mendalekî bê landik Ji berî zayînê Hino hino Wênekêş dikir Min nedixwest Ji hinavên Talîzokekê Bihna jiyanê Bi ser sînga Dayîkeke bê hinav de Berdim û bikşînim Ne jî Di koziya karwanê têkçûnê de Li awaza keçeke bê bext Bi ...

أكمل القراءة »