جديد الموقع

القسم الكوردي (kurdi)

Em rêya mezin û zanyarên xwe bernadin
Newafê Bişar*

عفرينكركوك Piştî bûyerên xembar û dilêş ku bi giranî  jiyana gelê me hejandin, çi li başûrê welêt dema dagirkirina Kerkûkê, çi jî tewanên mezin ên ku li Efrînê bûn û hê jî dibin, hovîtiya neyar û durûtiya dostan aşkere û diyar bûye, gelek xwişk û birayên me ji nivîskar û rewşenbîrên  Kurdan bê hêvî bûne, gotin, peyv, û hilwestên ku ...

أكمل القراءة »

Welat û Ceng
Nazdar Hesen*

Dema ku şer û ceng li welatekî peyda dibin, hemû pêdiviyên jiyana rojane û pêwîstiyên jiyanê têk diçin, zagona zorê serkêşiya hemû zagonan dike, her yek dibe gunehkar û helwesta xwe rast dibîne, dengê çek, zor û zordaran bilind dibin, diyalog û guftûgo, hiş û hişmendî di pileya herî nizim de bi cih dibin û dengê wan winda dibe û ...

أكمل القراءة »

Bi Agirê Kîna Reş Dar, Ber Û Zeviyên Me Têne Şewitandin!
Desteya sernivîser*

“Na, na…Ev ne ew dojeh a ku navê wê di ola misilmantiyê de hatiye. Ev bihuşta me ya ku îro bi agirê kîn û zikreşiya hovan tê şewitandine!” Piştî ku, li ser destê hêzên Kurdî, bi alîkariya Hevbendiya Navdewletî, rêxistina terorist a cîhanî  hate bezandin û şikandin, dewleta wê hate rûxandin, pilan, derew û xapînokên hin dewletên herêmê bi zelalî ...

أكمل القراءة »

Herdu partiyên Kurdî li Sûriyê, Pêşverû û Yekîtî -HEVPEYMANA KARÊ HEVPAR- ragihandin

Yek.dem- Çarşem 15 Gulana 2019an Di kongirekî rojnamevanî de, Îro roja Çarşemê 15.05.2019 an, li hola Cigerxîn ya gongireyan – bajarê Qamişlo, bi beşdariya hin endam û kadroyên partî, kesayetiyen serbixwe û alavin ragihandinê, herdu partiyan (Partiya Demokart a Pêşverû ya Kurd û Partiya Yekîtî ya Demokrat a kurd Li Sûriyê) hevpeymaneke karê hevpar ragihandin.   Despêkê, Mistefa Meşayêx cîgirê ...

أكمل القراءة »

Ma bi rastî ziman dayîk e
Mihemed Qere Hesen*

Di dîroka zendegeyan de hatiye tekez û dupatkirin, ku gava guhartinên bingehîn di pêkhatên mêjiyê mirov de çêbûne, bi taybet di qaliq de ew bû nevenda hiş, û rewişta mirov werbigire , û qatê di bin re cihê daxwezên bê vîn ( xerîze ) wek ma bi jiyana ajalan re hevbeş ma. Berhemê wê guhartinê jî raman bû. Ramankirinê jî ...

أكمل القراءة »

Salek ji dagirkirina Efrînê
Nazdar Hesen*

Salek xwînî û tarî di ser Efrîna birîndar re derbas dibe .Salek ji êş, kul, keser û xemgîniyan dagirtî , salek ji kuştin , girtin , talankirin, wêrankirin û dagirkirina sêsed û şêst û şeş gundên Efrînê . Salek ji rûxandina peykerê Kawayê hesinkar. Cihên  wê yên dîrokî û goristanan û guhartinên navên gund û qadên wê. Salek ji hewldanên ...

أكمل القراءة »

ÇIYAYÊ XEWNAN
Hind Ebdelo*

Li vir, li ser riya, Çiyayê Xewnan hemû giyan mirin û tenê laş man. Li vir ji dest dîmenên ku bi êşê dagirtî bûn Xweda got: Nema ez heme û nema ez ê hebim. Li vir, li rawestgeha Çiyayê Xewnan berê Efrîniyan tev hilhatina rojê ji pişt çiyayê Lêlûn xewnên xwe bi tavên rojê dirêsan, ew xewn li ser zinarên ...

أكمل القراءة »